Serokê Meclîsa Almanya Schäuble: Îslam êdî parçeyeke Almanyayê ye

Li dijî gotinên Seehoferê Wezîrê Karên Hundir ê Almanya “Îslam ne aîdî Almanyayê ye”, Serokê Meclîsa Almanya Schäuble diyar kir Îslam êdî parçeyeke Almanyayê ye û divê hemû kes bi vê yekê re rûbirû bimîne.

Serokê Meclîsa Almanya Wolfgang Schäuble derbarê gotinên gotinên Seehoferê Wezîrê Karên Hundir ê Almanya “Îslam ne aîdî Almanyayê ye” de diyar kir divê êdî bê qebûlkirin ku Îslam perçeyeke Almanyayê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em nikarin li ber dîrokê bibin asteng. Îslam êdî parçeyeke Almanyayê ye û dibê êdî her kes bi vê yekê re rûbirû bimîne û qebûl bike.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe