Serokê muxalîfan yê Îdlîbî ji bo sazkirina hikûmeta nû ya Sûrîyeyê hat bijartin

Yek ji serokan Muhammed El Beşîr ku ji Îdlîba Sûrîyeyê ye, wezîfeya sazkirina hikûmeta nû ya Sûrîyeyê girt.

Li gorî xebera Sawt al-Asimaya ku çapemenîya înternetê ye, Muhammed El Beşîr ku di saal 1983yan de hatîye dinyayê û serokê “Hikûmeta Xelasîya Sûrîyeyê” (SSG) a li Îdlîba ku di bin kontrola Heyet Tahrir eş-Şam de ye, piştî ketina hikûmeta Beşşar Esad ku roja Yekşemê ketibû ew ê ji xebatên sazkirina hikûmetê re serokatîyê bike.

SSGya ku di dema herba navxweyî ya Sûrîyeyê de di navbera HTŞ û komên muxalîfên dinê yê Sûrîyeyê de di sala 2017an de hatibû damezrandin, li herêmên ku di bin HTŞê de bûn xwedîyê desthilatîyên îdarî û xizmetê bû.

Komên muxalîf ên di pêşengîya HTŞê de ne, ji 27ê Mijdarê vir ve ji alîyê bakur ve tevgerekî dan destpêkirin û ji wê dîrokê vir ve herêmên ku di bin kontrola rejim de bûn kirin bindestê xwe û di nav 12 rojan de Şamê jî bidestxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin