Serokê navçeya CHPê ya Çinguşê a Dîyarbekirê esrarê çand

Serokê Navçeya Çinguşê a CHP'ê Seyît Akdag û kurê wî Zulfîkar Akdag ên ku di çarçoveya lêpirsîna ku li navçeya Şankuş a Dîyarbekirê bi îddîaya çandiniya esrarê bê hiqûqî tê kirin de hatibûn binçavkirin, bi kontrola edlî hatin berdan.

Li Şankuş a navçeya Diyarbekirê Serokê Navçeya Çinguşê ya CHPê Seyît Akdag û kurê wî Zulfîkar Akdag di çarçoveya lêpirsîna ku bi îddîaya li qadeke daristanî çandiniya esrarê bê hiqûqî hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin.

Gumanbar ji aliyê dadgehê ve di bin çavdêriya dadwerî de hatin danîn, derketina ji derveyî welat qedexe bû û mecbur bûn ku di demên birêkûpêk de îmze bikin.

Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şankuşê ve tê birêvebirin, piştî îxbarek li ser çandina neqanûnî ya esrarê li herêmeke daristanî hate destpêkirin.

Wêneyên ku ji kamerayên dafikê yên ku di çarçoveya lêpirsînê de li herêmê hatine danîn hatine bidestxistin, eşkere kirin ku nebatên esrarê yên çandî bi rêkûpêk hatine avdan û lênêrîn.

Di operasyona ku li gor delîlên ku hatin bidestxistin de Serokê Navçeya Çunguşê ya CHPê Seyît Akdag û kurê wî Zülfîkar Akdag hatin binçavkirin.

Di lêgerînên ku li navnîşanên gumanbaran hatin kirin de 10 nebatên esrarê, 14 nivînên tov, 1 çekek bêrihset, 1 tifingeke bêrihset, 38 fîşek û 2 şarjor hatin desteserkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno