Serokê Navçeya Cizîrê ya HUDA PARê di daxuyaniyekê de got, "Bê guman gaza xwezayî ji bo Cîzreyê pêdiviyek girîng e, lê pêkanîna bêplan û bêkontrol a vê xizmetê navçeya me bêmirov kiriye."
Gozungul di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Niha piraniya kolan û rêyên Cîzreyê bi xirbe û çalan tijî ne. Welatiyên me ji malên xwe derketinê zehmetiyan dikişînin, wesayît jî nikarin biçin. Kargeh rawestiyane. Bi nêzîkbûna zivistanê re, berdewamiya vê rewşê ji bo xelkê Cîzreyê dibe sedema zehmetîyên mezin."
Gozungul di berdewama axavtina xwe de bang li şaredarî û rayedaran kir û got, “Wekî HUDA PAR, em li gel xizmetê ne; lêbelê, em nikarin bêdeng bimînin dema ku jiyana giştî di bin navê xizmetê de dijwar dibe. Em bang li rayedarên şaredariyê û saziyên peywendîdar dikin ku bi lez û bez bi hev re bixebitin û rêyên zirar dîtî tavilê tamîr bikin.”
Gozungul destnîşan kir ku sebra xelkê Cîzreyê diqede, û tekez kir ku divê xebat bi awayekî rêxistinkirî û plansaztir were kirin ku jiyana rojane ya welatiyan têk nede. (ÎLKHA)