Serokê Navçeya Çungûşê ya HÜDA PARê Mehmet Güldoğdu: Divê pirsgirêkên binesazî û perwerdehiyê yên Sağtepeyê werin çareserkirin

Serokê Navçeya Çungûşê ya HÜDA PARê Mehmet Güldoğdu, pirsgirêkên kronîk ên Taxa Sağtepeyê ya gundewar, nexasim di serî de binesazî û perwerdehiyê girt rojeva xwe û bang li rayedaran kir ku berpirsiyariyên xwe bînin cih.

Serokê Navçeya Çungûşê ya HÜDA PARê Mehmet Güldoğdu, serdana Taxa Saxtepeyê kir û pirsgirêkên rê, binesazî û dibistanê yên ku welatî bi salan e li benda çareseriya wan in, anî ziman û bang li rayedaran kir ku wezîfeya xwe bînin cih.

Güldoğdu diyar kir ku ji ber ku perwerdehiya bi veguhastin (taşımalı eğitim) nayê kirin, xwendekar nikarin biçin dibistanê; wî destnîşan kir ku ji bo rakirina mexdûriyeta xwendekaran, divê di zûtirîn dem de servîs ji taxê re werin şandin. Güldoğdu, tevî kêmasiyên di warê perwerdehiyê de, pirsgirêka veguhastinê jî girt rojeva xwe û bal kişand ser pirsgirêka av û çopê.

"Bila xwendekarên me ji perwerdehiya xwe bêpar nemînin"

Güldoğdu wiha axivî: "Niha em bi Muxtarê Taxa Sağtepeyê re ne. Li Taxa me ya Sağtepeyê nêzî 20 xwendekarên ku dê biçin dibistana navîn (ortaokul) mexdûr in, ji perwerde û hînbûnê paş de dimînin. Berê xwendekarên me bi servîsan diçûn dibistanê. Ji ber ku salek e ev servîs birîne, niha xwendekarên me mexdûr in. Pirsgirêka duyemîn a taxa me jî kêşeya rê ye. Em rêya xwe ya nêzî kîlometreyekê bi rayedaran didin bihîstin; em daxwaz dikin ku ev rê di zûtirîn dem de were çêkirin."

"Li taxê jin avê bi bîdonan dibin malê"

Güldoğdu anî ziman ku li taxê çop ji aliyê şaredariyê ve nayên komkirin û ev îfade bi kar anîn: "Heman demê de pirsgirêka avê ya taxa me heye. Gelê me ji kaniyan bi usûla kevin bi bîdonan an jî li ser pişta heywanan avê hildigirin. Em van pirsgirêk û giliyên xwe bi taybetî li vir tevî gelê xwe bi rayedaran didin bihîstin. Li taxa me di du xalan de çop têne komkirin. Heta niha ji aliyê şaredariya me ve ev çop nehatine barkirin û birin. Em jî ji vir ji rayedaran daxwaz dikin ku qet nebe heftê 2 caran ev çop werin komkirin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di ava bi herî de rîska vegirtina enfeksiyonan zêde ye
Amed de Neweşiya Mewlidê Nebî do 19ê Nîsane de bêro vıraştene
Li ser rêya Çinar-Amedê axa ku diherike xetereyê belav dike
Derbarê teqîna teqemeniyek destçêkirî de daxuyaniyek hat belavkirin
Li Meclîsê Alî Şukru Bey bibîr anî