Li Taxa Palûkê ya li ser navçeya navendî ya Surê, di demeke ku ji bo hinek malan gaza xwezayî hatibe gihandin de, ji ber sedemên fizîkî yên wekî pirsgirêka îmarê ji bo piranîya mezin xizmet nayê dayîn. Serokê Navçeya Surê ê HÜDA PARê Medeni Akgül ê ku bal kişand ser mexduriyetên ji ber tunebûna gaza xwezayî çêdibin, diyar kir ku divê ji van navnîşanan re ku xizmetên wekî av, qanalîzasyon û elektrîkê ji wan re hatine gihandin, gaza xwezayî jî bête dayîn.
Akgül ê ku qeyd kir di malên ku gaza xwezayî tê de tune ye de di zivistanê de ji ber pirsgirêka germbûnê lêçûnên bilind derdikevin holê, binxêz kir ku ji bo dayîna gaza xwezayî ji van cure navnîşanên ku kesên xwedan dahata kêm lê hene re divê pirsgirêkên wekî îmarê nebin asteng.
“Tu maleke ku gaza xwezayî ji re nayê dayîn nemîne”
Akgül ê ku derbarê rewşa giştî ya Taxa Palûkê de axivî got: "Rêvebiriya me niha li Taxa Palûkê ya li ser navçeya Surê ye. Taxa Palûkê taxeke me ye ku nêzîkî 16 hezar kêm-zêde nûfûsa wê heye. Yek ji pirsgirêkên vê taxê ew e ku nêzîkî 500 malî re gaza xwezayî hatibe dayîn jî, ji nêzîkî 3 hezar malî re gaza xwezayî nehatiye dayîn. Sedema wê jî pirsgirêka îmar û kolanên ne fermî ye. Halbukî li wan kolanan Dicle Elektrikê elektrîka xwe, DİSKÎyê jî av û qanala xwe kişandiye. Tevî vê yekê gaza xwezayî nadin vir. Daxwaza me ji rayedaran ew e ku tu maleke ku gaza xwezayî ji re nayê dayîn nemîne."
Akgül ê ku got "Bila mirov ji ber qanûn û rêziknameyên wusa biçûk nebin mexdur" ev îfade bi kar anîn: "Heke ji taxên dewlemend ên bajêr re gaza xwezayî tê dayîn, bila ji herêmên feqîr û xerîban lê dijîn re jî bête dayîn. Yanî bêyî ku ferqa dewlemend-feqîr bête kirin, em dixwazin ku her kes ji vê xizmeta giştî sûd werbigire. Daxwaza xelkê taxê jî ev e."
Akgül di berdewamiya axaftina xwe de cih da mexduriyetên ku ji ber tunebûna gaza xwezayî çêdibin û wiha got:
"Wexta ku tê zanîn, li cihanên ku gaza xwezayî tune ye mirov hewcedariya xwe ya germbûnê an bi sobeyê daran an jî bi elektrîkê peyda dikin. Faturayên kesên ku elektrîkê bi kar tînin di zivistanê de li dora deh hezarî tê. Ev jî ji bo kesên feqîr barekî gelekî mezin e. Ji ber wê yekê gaza xwezayî nîmetek e, em dixwazin her kes ji vê nîmetê sûd werbigire."