Serokê PDKê Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Sûdanî civîyan

Serokê Partîya Demokratîk a Kurdistanê Mesûd Barzanîyê li Duhokê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re civîya.

Ji teref Partîya Demokratîk a Kurdistanê ve derheqê civînê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîya fermî de weha hat gotin:

“Di civînê de her du aliyan pîrozbahiyê li hev kirin bi boneya serkeftina pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ku di rewşeke aram û bê pirsgirêk de pêk hat. Her du aliyan hêvî kirin ku encamên hilbijartinan di xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê de bin.

Di beşeke din a civînê de bal kişandin li ser qanûna hilbijartinan û hat destnîşan kirin ku ji bo dadperweriyeke zêdetir pêdivî bi guhertinê heye.

Her di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, pêşhat û guhertinên siyasî yên di nava pêvajoya siyasî ya Iraqê de hatin gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di wê hevdîtinê de her yek ji Fuad Husên endamê Mekteba Siyasî ya Partî, Beha El-Eracî, Ehmed El-Esedî û Qusey Mehbûbe endamên Hevpeymaniya Avakirin û Pêşxistinê di civînê de amade bûn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno