Serokê Şaredarîya Balişeyhê Hîlmî Şen hat kuştin

Hat diyarkirin Serokê Şaredarîya Balişeyhê Hîlmî Şen û şofêrê wî yê meqamê di encama êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li herêma qonitên TOKÎyê pêk hat.

Sûcdar E.Ş. bi çekê xwe; Hîlmî Şen (50), şofêrê meqamê Mîkayîl Çelîkkol (40), Omer Şengul (42), Koray Kaya (45) û mirovekî ku navê wî nayê zanîn birîndar kir.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku birîndar Hîlmî Şen û şofêrê wî Çelîkkol ku ji Nexweşxaneya Îxtîsasa Bilind a Kirikkaleyê re hatibûn rakirin, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku tedawîya 3 birîndarên dinê hêj didome.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin yê ku êrîşê Hîlmî Şen kirîye xizmê wî ye.

Şen ku di 31ê Adarê de ji Partîya Refaha Ji Nû Ve ve wek serokê Şaredarîyê hatibû bijartin, di meha Tîrmehê de ji partîya xwe îstîfa kiribû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin