Serokên PDK û YNK’ê civîyan

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ligel Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî civiya.

Serokên PDK û YNK’ê civîyan

Baregaha Barzanî derheqê hevdîtinê de daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, Îro Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwaziya Bafil Talabanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û bi amadebûna her yek ji Dr. Fuad Husên û Qubad Talebanî kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku , “Li civînê de guftûgo û danustandina bîr û ramanên li ser nirxandina rewşa niha ya Iraq û pêşhatên wê kirin û bi navê yekxistina nav mala Kurdî biryarê dan:

Kar ji bo yek helwestiya hêzên siyasiyên Kurdistaniyan li beramber pêşhatên ku rûbirûyê Iraq û Herêma Kurdistanê bûne bikin û berdewamiyê bidin civînên ji bo vê mebestê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri