Serokkomarê Elmanyayê hat Tirkiyeyê

Frank-Walter Steinmeierê Serokkomarê Elmanyayê, hat Stenbola ku rawestgehî wî ya ewil a 3 rojan a Tirkiyeyê ye. Balafira ku Steinmeier û heyeta wî tê de bû Davut Gulê Walîyê Stenbolê pêşwazî kir.

Steinmeier di vê zîyareta xwe ya li Tirkiyeyê ya ewil de wê biçe Stenbol, Entab û Enqereyê.

Steinmeier wê ewilî li Gara Trenê ya Sîrkeci ya Stenbolê serdana pêşangeha 'Hesreta li Xurbetê” ya ku li ser koçberiya karkerên Tirk a li Elmanyayê ye, piştre jî di roja duyemîn a gera xwe ya li Tirkiyeyê de wê serdana Entabê ya ku stargeha mexdûrên erdhejê ye bike û dibistaneke ku avakirina wê ji aliyê Elmanyayê ve hat destekkirin.

Hat ragihandin ku Steinmeier di 24ê Nîsanê de li Enqereyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Hat hînbûn ku Steînmeîer piştî hevdîtina bi Serokomar Erdogan re wê li Enqereyê têkiliyên xwe yên cuda bidomîne. (ÎLKHA)https://ilkha.com/kurdi/rojev/serokkomarê-elmanyayê-hat-tirkiyeyê-389379

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin