Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, bi Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, li Hewlêrê bi Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê kir.

Pezeşkîyan, di çarçoveya zîyaretên xwe yên li Iraqê de li Herêma Kurdistanê bi Barzanî re hat cem hev.

Di hevdîtina ku li ser meseleyên Iraq û herêmî de gotûbejan hat kirin de, bal hat kişandin ku bila koordînasyona sîyasî, aborî û çandî ya di navbera Komarîya Îslam a Îranê û Herêma Kurdistanê de heye bê pêşvebirin.

Hat destnîşankirin ku Pezeşkîyan di vê hevdîtinê de Barzanî bi fermî dawetî Îranê kir.

Serokkomar Pezeşkîyan û rayedarên paye bilind ên Îranê, dema ku hatin Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re ketin nav civînekî.

Pezeşkîyan vê sibe çû Hewlêrê û ji teref Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li balafirgehê hatibû pêşwazîkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin