Serokomar Rûhanî Wezîr Çavuşoglu qebûl kir

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di bergeha ziyaretaxwe ya Îranê de bi Serokomar Hesen Rûhanî re hevdîtin hat kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Serokomar Hesen Rûhanî destnîşan kir “Îro îradeya her du dewletên dost û birayên hev in bo pêşvebirin û bi hêzkirina pêwendîyên Îran û Tirkîyê ne.”

Ruhanî di hevdîtina ku hat kirin de  derbarê ticareta di navbera Îran û Tirkîyê de û her wisa derbarê çareserîya qeyran li Sûrîyê de nirxandinan kir û dû re axavtina xwe wiha domand: “ Dema ku li Sûrîyê îstîqrar bê tesîskirin ew ê welatên derdorê xwe di ewlehîyê de hîs bikin ku di vî warî de hevkarîya Îran-Tirkîye û Rûsyayê muhîm e. Em him ji hêla dînî ve û him jî hêla însanî ve divê hewil bidin da ku xwîna ku li herêmê diherike bisekine.”

 “Amerîka dixwaze zirarê bide pêwendîyên dostene yên Tirkîye û Îranê”

Wezîrên Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir divê pêwendîyên di navbera her du welatan de bi pêş ve bên birin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Amerîka dixwaze zirarê bide pêwendîyên dostene yên Tirkîye û Îranê.  Ji ber vê yekê divê em li dijî vê yekê bi şikleke jidayî û bi qewet hevkarîya xwe bidomînin da ku meseleya Sûrîyê bê çareserkirin. Li gor me divê em li dijî wan komployên ku yekîtîya axên welatan hedef digrin bisekinin. Ew operasyona ku Tirkîye li herêmê dike demkî ye û bes li dijî terorîstan e. Tu carî me çav bernedaye axên Tirkîyê.”

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin