Serokwezîr Yildirim bi Çîpras re axivî

Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras re derbarê Zinarên Kardakê yên ku di navbera her du welatan de bûbû sedema rageşîyê de hevdîtinkir.

Hat ragihandin Serokwezîr Bînalî Yildirim ji ser telefonê bi Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras re derbarê Zinarên Kardakê yên ku di navbera her du welatan de bûbû sedema rageşîyê de hevdîtin  kir.

Di agahdarîya ku ji teref Serokwezîrtîyê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di hevdîtina ku hat kirin de acizî û dilnexweşîya di warê rageşîyên ku di Behra Spî diqewin de hat anî zimên û hat diyarkirin ji Yewnanistanê hatiye xwestin ku bila tedbîrên ku dê rageşîyê dabixe bên standin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di hevdîtinê qerar hatiye dayîn ku rayedarên leşkerî yên paye bilind ên her du terefan werin bal hav.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe