Barzanî spasiya kompanyaya ku proje qedandiye kir û wiha got: "Îro em ji bo vekirina vê projeya girîng li vir in. Hêvî dikim ku her kes bi awayê herî baş ji vê projeyê sûd werbigire. Em spasiya kompanyaya 'North Light' dikin ku proje temam kiriye. Bi taybetî ji ber ku proje berî dema diyarkirî qedandin û xistin xizmeta welatiyên me, wan pîroz dikim."
"Kurdistan roj bi roj ava dibe"
Mesrûr Barzanî bal kişand ser daxwaza xizmetguzariyê ya hikûmetê û got: "Bêyî cihêkarî xizmetkirina hemû welatiyên me wezîfeya ewil ya hikûmeta me ye. Cihê şanaziyê ye ku em dibînin Kurdistana me roj bi roj ava dibe û projeyên nû dixwin xizmeta gelê me." Barzanî her wiha da zanîn ku ligel vê projeyê, rêyên nû yên ku gundik û gundan bi hev ve girêdidin jî hatine temamkirin û ji bo xizmeta gel hatine vekirin.
Ji bo qural û qaîdeyên trafîkê bang
Ji bo parastina ewlehiya canî jî Barzanî bang li şofêr û şîniyên herêmê kir û got: "Em ji xelkê herêmê û welatiyên me rica dikin ku dema ji vê rêyê sûd werdigirin, bi hûrgilî pabendî qural û qaîdeyên trafîkê bibin; hem ewlehiya xwe û hem jî ewlehiya kesên din biparêzin."
Barzanî di dawiya axaftina xwe de spasiya hemû ekîbên teknîkî û endazyaran kir û got: "Spas ji bo her kesê ku şev û roj ked daye. Înşallah Kurdistana me ew ê roj bi roj bêtir ava û berfireh bibe."
Bi vê projeyê re tê armanc kirin ku çûnûhatina herêmê hêsantir bibe û ewlehiya rêyan di asteke bilind de bê dabînkirin. (ÎLKHA)