Serokwezîrê Hindîstanê çû Filistînê

Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modî di ziyareta ku li Filistînê kir de destnîşan kir “Hindistan di demeke kurt de hêvî dike ku Filistîn serbixwe bibe.”

Narendra Modîyê Serokwezîrê Hindistanê  di ziyareta ku li Ramallaha Filistînê kir de bi lîderê el-Fetîh Mahmud Abbas re hevdîtinek kir, di hevdîtina ku hat kirin de Modî destnîşan kir Hindistan di demeke kurt de hêvî dike ku Filistîn xweser bibe.

Piştî ziyareta ku hat kirin re Abbas û Modî daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan. Abbas di daxuyanîya ku da de destnîşan kir çareserîya bi du dewlet  bi gotûbêjên ku dê di bin çavderîya navbeynkarîya navneteweyî bên kirin re girêdayî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rêya herî baş a bidestxistina vê yekê jî pêkanîna mekanîzmaya pir neteweyî ya ku dê bi konferanseke navneteweyî bê pêk anîn e.”

Her wisa Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modî jî di civînê de destnîşan kir “Hindistan di demeke kurt de hêvî dike ku Filistîn serbixwe bibe.”

Di ziyaretê de di gelek waran de peymanên hevkarîyê hatin îmzekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e