Şert û mercên giran ên zivistanê li Emrîkayê tesîrdar dibin

Barîna berf û sermaya dijwar a ku ji herêmên navendî yên Emrîkayê heta peravên rojhilat tesîrdar e, tesîrê li 13 wîlayetan dike.

Hat diyarkirin ku li Kansas û Missoruiyê di qezayên ku ji ber barîna berfê pêk hatine de herî kêm 3 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn.

West Virginia û New Jersey tevlî wîlayetên Kentucky, Virginia, Kansas, Arkansas û Missouri bûn, ku di dawîya hefteyê de rewşa awarte ragihandin.

Tê texmînkirin ku pileya germahiyê ji sê parên peravên rojhilatê bigihêje 7 û 14 pile.

Dema ku qalindahîya berfê nêzî 40 santîmetreyî li hinek herêmên paytexta welat Washington DC bû, dibistanên giştî û ofîsên federal hatin girtin.

Şaredara Washington DC Muriel Bowser bang li welatiyan kir ku heta ku hewce nebe ji mal dernekevin.

Li gor malpera FlightAware ku seferên li welat dişopîne, ji ber barîna berfê û cemedê 1400 sefer hatin betalkirin û herî kêm 750 sefer hatin taloqkirin.

Hat ragihandin ku ji ber bahoza dijwar li nêzî 350 hezar malan ceryanê wan qut bûye û dar ketine û xetên ceryanê zirar dîtine.

Li gelek wîlayetan ji ber berf û cemedê rêyên sereke hatin girtin, hat diyarkirin ku ji dawîya hefteyê vir ve li Virginia, Indiana, Kansas û Kentuckyyê bi sedan qezayên trafîkê pêk hatin û bi sedan kes li ser rê asê man. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar