Şervanê berxwedanê yê şahidê dîrokê: Cewher Dudayev

Cewher Dudayev navê berxwedaneke ku ji dilê Qefqasyayê derketibû, têkoşîna azadî û rûmetê bû. Dudayev ê ku tam 29 sal berê di 21ê Nîsana 1996an de bi fûzeya Rûsyayê hat şehîdkirin, hêna jî weke qehreman û rêberekî di dilê gelê Çeçen de dijî.

Cewher Dudayev, ji malbata Yalhoy a Çeçenan e, di sibata 1944 de, di serdemeke tarî de ku gelê wî bi girseyî dihatin sirgûnkirin, hat dinyayê.

Dema ku ew tenê pitikek 15 rojî bû, ew tevî bi milyonan Çeçenên din sirgûnî welatên sar ên Sîbîryayê hatin kirin. Di salên birçîbûn, nexweşî û êşan de bi sed hezaran mirovan canê xwe ji dest dan, Dudayev li vê erdnîgariya dijwar jiyana xwe domand.

Di 12 saliya xwe de êdî nekarî hesreta welatê xwe ragire û bi tena serê xwe ji Qezaxistanê revîya û berê xwe da welatê xwe Çeçenistanê. Di jiyana xwe ya perwerdeya leşkerî de serkeftinên mezin bi dest xistin; Akademiya Şerê Hewayî di asta bilind de qedand û di artêşa Sovyetê de gihîşte pileya tûxgeneraltîyê. Lê wî tu carî dilê xwe bi Moskovayê ve girê neda, bi gelê xwe yê ku bi evîna azadiyê dişewite re dilê xwe girê da.

Di sala 1991an de, Dudayev ku meşa gelê Çeçen a ji bo serxwebûnê bi rê ve birin, wek yekem Serokkomarê Komara Çeçen-Îngûş hate hilbijartin. Zext, tehdîd, ambargo û herî dawî şer... Lê Dudayev ne paşde gav avêt û ne jî teslîm bû.

Di sala 1994an de dema Rûsyayê êrîşî Çeçenîstanê kir, gotin, "Heta Çeçenê herî dawî canê xwe ji dest nede, hûn ê nikaribin lingê xwe li van axan bidin." Agirê berxwedanê pêxist û got: Ev têkoşîna di bin pêşengiya wî de ne tenê bi çekan nehat meşandin; bi bawerî, îman û biryardarî berdewam kir.

Cewher Dudayev rêberek bû ku pişta xwe da tiştên maddî û meqamî. Ji bo azadiyê canê xwe feda kir û dilê xwe ji gelê xwe re kir mertal. Van gotinên wî têra xwe hêzdar bûn ku miletek rake qîyamê:

“Dikarin ku me bikujin, biperçiqînin, bi tankan li ser me bireqisin... Lê ti carî nikarin ruhê me yê azadî û serxwebûnîyê tune bikin.”

Di 21ê Nîsana 1996an de li gorî îstixbarata Emrîkayê ji teref Rûsyayê ve hate hedefgirtin û şehîd bû. Lê Cewher Dudayev ne tenê laşê ku ketibû erdê bû; Bû meşaleya azadiyê ku wê heta dawî di dilê gelê Çeçen de bijî.

Îro bi hezaran Çeçenên ku rêya Dudayev dişopînin, heta li sirgûn û dagirkeriyê jî têkoşîna xwe didomînin. Dibe ku dinya ji bîr kiribe, lê wan nekiriye…

Weke ku Dudayev gotîye: "Eger hûn me nas nekin, em we nas nakin!"

Xwedê şehadeta wî qebûl bike û cihê wî li cennetê bide. Bi merhemet û minetdarî… (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar