Serwîsa dibistanê û tir li hev qelibîn: 8 jê giran 26 birîndar

Li alîyê Pamukçuya navenda Balikesîrê serwîsekî dibistanê û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 jê giran 26 kes birîndar bûn.

Di seatên serê sibehê de li alîyê Pamukçuya Balikesîrê qezaya trafîkê pêk hat, di qezayê de serwîsa karkeran û tirekî li hev qelibîn. Di encama qezayê de 26 kesên di nav serwîsê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên ambûlans, cenderme, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin. Hat hînbûn ku rewşa 8 xwendekaran giran in.

Walîyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu derheqê bûyerê de li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di 25.212.2024an de di seat 08.53yan de li alîyê Pamûkçûya Balikesîrê, serwîsa xwendekaran ku di nav de 27 jê xwendekar tev de 29 kes hebûn û tirekî li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de li gorî diyarîyên ewil rewşa 8 xwendekarên me giran in. Hemû xwendekarên me ji nexweşxaneyan re hatien sewqkirin û derheqê hûrgilîyan de wê agahî bêne dayîn.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê