Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 07 BBF 824 a ku navê şofêrê wî nehat hînbûn li nêzê gundê Kuçukçobanlarê bi wesayîta bi plaqeya 64 EL 003 a ku navê şofêrê wî nehat hînbûn ve qelibî. Di qezayê de şofêrê mînîbûsê û 15 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku du kes li cîhê bûyerê hatin tedawîkirin 14 birîndarên dinê jî ji nexweşxaneyên cuda re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)