Serwîsa xwendekaran û wesayît li hev qelibîn: 11 birîndar

Li Çinara navçeya Diyarbekirê serwîsa xwendekaran û wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser 22emîn kîlometreya rêya Çinarê serwîsa xwendekaran a plaqeya 27 J 1880 a ku ajokarê wê Fahrî Taşkaplan bû û wesayîta bi plaqeya 21 AJ 012 a ku ajokarê wê Ramazan Parilti bû li hev qelibîn. Di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe