Şeva Mîracê wê îro bê îdraqkirin

Qendîla Mîracê ya şeva ku Pêxemberê me Hezretî Muhemmed bilind bûye hizûre Xwedê wê îro were pîrozkirin.

Qendîla Mîracê şeva ku Pêxemberê me Hezretî Muhemmed eleyhîsselam ji Mescîda Heramê hilkişiyaye Mescida Eqsayê, ji wir jî li ser daweta Xweda hilkişiyaye asîman, alemayên bilind û hizûra îlahî ye.

Ev bûyera ku wek mucîzeya Îsra û Mîrac tê zanîn, di Qurana pîroz de di sûreyên Îsra û Necm de hatiye îfadekirin.

Bûyera Îsrayê behsa hilkişîna Pêxemberê me Hezretî Mihemed eleyhîsselam ji Mekkê bo Qudsê di şevekê de dike û bûyera Mîrac jî behsa hilkişîna wî ya esmanan dike.

Di şeva Mîracê de nimêja pênc wext hat ferzkirin, mizgîniya wan kesên ku ji Xwedê re şirîk nexistine wê bên efûkirin û du ayetên dawî yên sûreya Beqere ku bi "Amenerrasulu" dest pê dike wehîy bû.

Li ser Qendîlî Mîracê ji Mislimanan tê şîretkirin ku heta ji destê wan tê ji bo kesên ku deyndarê nimêjê ne jî nimêjê bikin, yan jî niimêjên nafîle bikin, Quranê bixwînin, îstîxfar û dua bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê