Şewata pûş û palax ya ku li Amedê derketibû hat kontrolkirin

Şewata pûş û palax ya ku li navçeya Çungûşê ya Amedê derketibû, bi mudaxeleyê tîman hat kontrolkirin.

Ji bo şewata ku serê sibê li Zozana Mîrgan a nêzî Taxa Geçitê ya gundewar a ser bi navçeyê ve bi sedemeke nediyar derketibû, tevî tîmên Midûriyeta Karsaziya Daristanê, tîmên îtfaiye û jandarmayê hatin sewqkirin.

Bi 11 personel, arazûzek û 2 wesayîtên mudaxeleyê yên ewil ên Midûriyeta Karsaziya Daristanê mudaxele li şewatê hat kirin.

Di encama xebata tîman de şewat hat kontrolkirin û li herêmê xebatên sarkirinê berdewam dikin.

Li gorî tespîtên ewil, hat ragihandin ku di şewatê de nêzî 80 donim erd zirar dîtiye.

Ji bo destnîşankirina sedema derketina şewatê lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye