Şêx Yahya Sevgîlî ku wefat kiribû, îro tê definkirin

Şêx Yahya Sevgîlî ku li bakurê Kurdistanê tê naskirin, li nexweşxaneya ku di demeke dirêj e tedawîyê didît de wefat kir.

Sevgîlî ji gundê Zoqeyda navçeya Misircê ya Sêrtê ye, kurê merhûm seyda Şêx Muhammed Ez-Zoqaydî û rîspîyekî herêmê ye.

Li herêmê bi rêbertî û îlma xwe ya dînî tê naskirin, jiyana xwe bi îlmê derbas kirîye û li derdorê xwe jî gelek bi rûmet tê naskirin.

Xebera wefata seyda, di serî de malbat û hezkirîyên wî û temamê herêmê kirîye nav xemgînîyê.

Cenazeya Sevgîlî, ew ê îro ji gundê Zoqeydê re bê birin û li wê derê bê definkirin. Piştî ew ê malbata wî şînê xwe qebûl bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin