Şilî li Meletîyê bû sedema lehîyê

Li navçeya Doganşehîra Meletîyê, baranekî tund tesîrdar bû û bû sedema lehîyê. Li navçeyên ku lehî pêk hat gelek mexdurîyet çêbûn, Serokê Şaredarîya Navçeyê Duralî Zelyert jî got ku ew ji bo tunekirina mexdurîyetan dixebitin.

Ev bû 2 roj e li Meletîya ku Meteorolojî hişyarî dabû baranekî tund tesîrdar e, barana ku barîya li navçeya Doganşehîrê bû sedema lehîyê. Gelek tax û kolan ji lehîyê tesîrdar bûn û ekîbên Şaredarîya Doganşehîrê jî di kolan û taxan de dest bi xebatê kirin.

Serokê Şaredarîya Navçeyê Duralî Zelyert derheqê lehîya ku li navçeyê pêk hat de agahîyan da û weha got, “Şilîya ku li navçeya me tesîrdar e, li gelek tax û kolanên me bû sedema lehîyê. Hemû ekîbên me di sehayê de ne û wek Şaredarîyê ji bo tunekirina mexdurîyetan dixebitin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yew birindar esto
Yek jê giran 3 birîndar
Li Wan û Colemêrgê operasyona narkotîkê
Nizar Amêdî bû serokkomarê Iraqê
Li Îdirê şer: 2 mirî, 6 birîndar