Mehmet Beşîr Şîmşekê Alîkarê Sarokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê yê ku beşdarî civîna 11. a Komîsyona “Tirkîyeya Bêteror” bû, rapor û pêşnîyazên çareserîyê yê derheqê pevajoya Tirkîyeya Bêteror a yekîtîyê par ve kir.
Di vê navberê de Parlementerên Partîya DEMê devavêtin û komîsyonê terk kirinç
Şîmşek derheqê bûyerê de peyivî û wisa got:
“Piştî ku PKK qerara feshê û dev jê berdana çekê îlan kir, Komîsyona Tirkîyeya Bêteror, gelek kesên ku ji beş û saziyên cuda ne, dewet kir û qerar da ku derheqê pêvajoyê de pêşnîyar û tespîtên wan guhdar bikin. Bi vî şiklî em jî îro dewetîyê civîna îro yê vê Komîsyonê bûn. Berîya her tiştî em ji can û dil dixwazin ku ev şîddet biqede. Înşallah ev komîsyona ku ji bo vê hatiye damezrandin bi xêr be. Temennîya me eve ku, bila ev demsala biratîyê derhel bê sazkirin.
Me jî got ku ji bo vê tiştê bê kirin divê ders ji xetayên berê hatine kirin bê girtin û ji bo xetayên berê neyin dubare kirin mînakan da. Min nexwest ku birîna berê dîsa vekim ku xwîn jê biherike lê xetayên berê hatine kirin bên bîrkirin yan jî weke xeta neyên qebûlkirin, dibe ku tekrar bike. Di demên berê de gelek xeta hatin kirin û ew xeta jî zirar da biratîyê lê elhemdulîllah ev biratîya ku koka ve sexlem e xera nekir. Înşallah ev koka ev hezar sale weke bira me dijîne, hezar saleke din bijîn e. Ev bingeh Îslam e, tiştê ku me dike bira Îslam e.”
Şîmşek di dawîyê de jî wisa peyivî, “Kesên xwestin ku vê bingeha sexlem xera bike heta niha serkeftî nebûn, bi izna Xweda piştî vê jî nikaribin bibin. (ÎLKHA)