Şîreta parêza Behra Spî ji pisporekî

Pispor-Diyetisyen Meryem Yılmaz Çabalar a ji Nexweşxaneya Zanîngeha Herranê, diyar kir ku bingeha jiyana tendurist di xwarina rast û hevseng re derbas dibe û destnîşan kir ku parêza Deryaya spî li dijî gelek nexweşiyên kronîk xwedî bandoreke parastinê ye.

Pispor-Diyetisyen Meryem Yılmaz Çabalar a ji Nexweşxaneya Zanîngeha Herrana Riheyê, bal kişand ser ku bi jiyana modern re guherîna adetên xwarinê pirsgirêkên tenduristiyê zêde dike û diyar kir ku ji bo jiyaneke tendurist, xwarina celebê Deryaya Navîn rêbereke girîng e.

Diyetisyen Çabalar got: “Xwarin; ji bo mezinbûn, geşedan û berdewamiya tenduristiyê hildana pêkhateyên xwarinê yên pêwîst bi awayekî têrker û hevseng e. Bedena mirov, zêdetirî 40 pêkhateyên xwarinê yên ku hewcedariya wê pê heye ji xwarinên rojane peyda dike. Îro bi guherîna şert û mercên jiyanê re, adetên xwarinê jî diguherin. Ev rewş rasterast bandorê li tenduristiya kesan dike. Sepandinên parêzê (diyet) yên ku li ser agahiyên xelet hatine avakirin, di warê tenduristiyê de encamên neyînî yên giran derdixin holê. Adetên xwarinê yên xelet, rê li ber derketina gelek nexweşiyan vedikin. Ji ber vê yekê, di parastina tenduristiyê û kontrolkirina nexweşiyan de modelên xwarinê yên rast xwedî girîngiyeke mezin in.”

Çabalar diyar kir ku lêkolînên zanistî îsbat kirine ku parêza Deryaya Navîn modelekî xwarinê yê domdar û parastinê ye û wiha got: “Parêza Deryaya Navîn; modelekî xwarinê ye ku tê de sewze û fêkî, genimên tam, polat (hebik), tovên rûnî û rûnê zeytûnê zêde ne. Ev parêz bi gıdayên probiyotîk û prebiyotîk û her wiha bi çavkaniyên Omega-3yê, bi kapasîteya xwe ya bilind a antîoksîdanê balê dikişîne.”

Çabalar bi taybetî da zanîn ku rûnê zeytûnê bi pêkhateyên xwe yên sûdbexş di xwarinê de xwedî cihekî girîng e. Wê destnîşan kir ku parêza Deryaya Navîn alîkariya parastina tenduristiya dil û damaran dike, beşdariyê li hevsengkirina tansiyonê dike, rîska qelewbûnê (obezîte) kêm dike û di kontrolkirina diyabet û berxwedana însulînê de bi bandor e.

Çabalar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber bandorên wê yên wekî rêgirtina li ber rûnketina kezebê, piştgirîkirina pergala parastinê (bergirî) û parastina li dijî hin nexweşiyên kronîk, parêza Deryaya Navîn ji bo jiyaneke tendurist rêbereke girîng e.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin