Sîyonîst li Libnanê êrîşî sîvîlan kir: 36 mirî, 57 birîndar

Rejîma sîyonîst li başûrê Libnanê êrîşî sîvîlan kir, di encama êrîşan de 36 sîvîl canê xwe ji dest dan, 57 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê, daxuyand ku ji herêma Ayn ed-Delbê re êrîşa asîmanî hat lidarxistin.

Di encama êrîşê de li gorî diyarîyên ewil 32 kesan canê xwe ji dest dan, 52 kes jî birîndar bûn.

Xeyn ji vê bûyerê sîyonîstan bajaroka Ankunê jî hedef girtin û di wê êrîşê de jî 4 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî meqamên Libnanê, ji 17ê Îlonê vir ve 104 jê zarok, 194 jê pîrek tev de 1127 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin