Siyonîst mexlûbiyetê qebûl nakin

Berdevkê Tûgayên Îzzetîn el Qessamê Ebû Ûbeyde, beyanateka nû da. Ebû Ûbeyde weha got: Mucahîdan di nava 4 rojan de 35 wesayitên eskerî îmhe kirin û 48 eskerên siyonîstan jî kuştine.

Mucahîdên Filistînî darbeyên giran li siyonîstan dixe.

Tûgayên Qessamê di nava 24 saetên dawîn de bînbaşiyek, û 19 eskerên îşxalker bi nîşangiran û teqemenî û roketan hedef girtin û li wan dan. Di encamê de herî kêm 6 siyonîstên îşxalker mirin.

Li herêma Cîbaliyeyê, 3 tanqên merkavayê ya siyonîstan bi roketên Yasîn 105an hat lêdan û îmhe kirin. Li herêma cûrh Ed Dîkê jî di bînayekê de 10 siyonîstan xwe verşê dabûn û di encamê de bi roketa TBG yê hatin lêdan. Gelek siyonîst mirin û birîndar bûn.

Tûgayên Qessamê di navde bînbaşiyek jî hebû 19 siyonîstan bi sîlehên nîşangiriyê û bi teqemeniyan hedef girtin. Hat gotin ku bînbaşiyek û çawîşekî qaşo siyonîstan hatiye kuştin.

Ebû Ûbeydeyê Berdevkê Tûgayên qessamê eşkere kir ku di nava 4 rojan de 35 wesayitên eskerî yên siyonîstan hatine îmhe kirin. Mucahîdan 48 eskerên siyonîstan jî kuştine û bi dehan siyonîst jî birîndar kirine.

Ebû Ûbeyde got ku me cîhên eskerî û herêm û mekanên civînê yên fermandarên sihayê yên siyonîstên îşxalker jî bi fuzeyan hedef girtiye.

Ebû Ûbeyde got ku me tel avîvê jî bi fuzeyan hedef girt

Rejîma îşxalker eşkere kir ku sûbayekî jî li xezzeyê hatiye kuştin.

Di vê navberê de siyonîstan jî qebûl kirin û eşkere kirin ku di navde sûbayekî jî heye 16 eskerên siyonîstan li Xezzeyê hatiye kuştin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno