Sîyonîstan êrîşî Fîlîstînîyan kirin: 7 şehîd

Di gel temamê tehdîdên çeteyên sîyonîst bi minasebeta Roja Axê xelkê Xazzeyê beşdarî Meşa Vegera Mezin bûn. Sîyonîstan êrîşî kesên beşdarî çalakîya meşî bûn kir û ji wan 7 kes şehîd kir, herî hindik 500 kesjî birîndar kirin.

Di serî de bi bangewazîya Hamas û grûbên Filistînê bi hezaran Xazzeyî bi sedem Roja Axê beşdarî Meşa Mezin a Vegerê bûn. Lê belê kesên beşdarî çalakîya meşê bûn marûzî êrîşa çeteyên sîyonîst man. Li gor daxuyanîyên ewil di êrîşên çeteyên îşxalker de herî hindik  7 Fîlîstînî şehîd bûn û herî hindik 500 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyanîya Heyeta Neteweyî ya do bi sedem Meşa Mezin a Vegerê li çar nokteyan bi dirêjaya 700 metrî çadir vekirine.

Di gel tehdîdên çeteyên sîyonîst vê sibehê çotkarek hat şehîd kirin û yek jî hat birîndar kirin. Filistînî zarok û pîrek, ciwan û îxtîyar bi hezaran kes ji bo bidin nîşandan ku ew ji heqê xwe yê vegerê nebuhurîne û kemînên sîyonîstan xira bike berî dan sînor û dest bi meşê kirin.

Di gel çeteyên sîyonîst li hember meşa Roja Axê tehdît jî kiribû Fîlîstînî ji Xezzeyê ber bi sînor dest bi Meşa Mezin a Vegerê kirin. Çeteyên îşxalker leşkerên nîşangir dan ser sînor û ji saetên sibehê de dest bi cînayetan kirin. Di encama Meşa Mezin a Vegerê de 7 Fîlîstînî hatin şehîd kirin, herî hindik 500 kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e