Siyonîstan li Refahê ferahîyê nedîtin: 4 mirî, 8 birîndar

Di encama operasyona berxwedanê ya ku li Refahê hat kirin de 4 leşkerên siyonîst mirin, 8 jî birîndar bûn. Operasyonên berxwedanê yê ku di hefteyên dawîn de li ser hev tê kirin de, zirar dan idraqa ewlehiyê yê artêşa îşxalê.

Hêzên berxwedanê li bajarê Refaha başûra Xezzeyê, li dijî îşxalkeran îro danê sibehê operasyoneke nû çêkirin.

Teqemenîya xurt a ku hatibû bicîhkirin, li herêma ku artêşa îşxalê gotibû “ewle” ye teqîya.

Di encama operasyona berxwedanê de 4 leşkerên siyonîst mirin, 8 jî leşker jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa hinekan giran e.

Weşana îşxalê rewşa artêşê erê kir û ragihand ku teqîn li herêma ku artêşa îşxalê gotibû “ewle” ye çê bûye.

Ev rewş nîşan da ku berxwedan hê jî dikare di nava siyonîstan de operasyonan bike.

Di operasyoneke wek hev a ku berxwedêran di heman mehê de li Cîbalîyeyê rast kirin de, tankeke îşxalkeran hatibû îmhekirin û 4 leşker miribûn. Personelên tankê tev bi şewitînê miribûn û di encama operasyonê de derbeyeke mezin li artêşa îşxalkeran hatibû xistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno