Sîyonîstên îşxalker maleke Filistînîyan li bajarê Cenînê li Şerîeya Rojava ya di bin îşxalê de hilweşandin. Piştî rûxandinê hat dîtin ku leşkerên îşxalker ji nava xirbeyan tiştan didizin.
Di demên dawî de îşxalkeran polîtîkayên xwe yên îmhayê yên li herêmê zêde kirine. Hat balkişandin ku pêkanînên bi vî rengî parçeyek ji stratejiya koçberkirina Filistînîyan e.
Berê, ew di dîmenan de dihatin dîtin ku tiştên mayî yên biqîmet ji malên hilweşandî yên Filistînîyan li Xezzeyê didizin. (ÎLKHA)