Sîyonîstên îşxalker li Şerîaya Rojavayê darên Filistînîyan qut kirin

Sîyonîstên îşxalker, li bajarê Beytullahîma Şerîaya Rojavayê darên biîv, zeytûn û tirîyên Filistînîyan qut kirin.

Serokê Şaredarîya bajaroka Nahhalîna Beytullahîyê Cemal Neccara, destnîşan kir sîyonîstên ku ji Bettar Illîtê hatin, li herêma Ayn Farisê çeperên erdekê jê kirin û nêzê 40 darên zeytûn û biîvan û tirîyan qut kirin.

Neccara îfade kir ku ji serê meha Mijdarê vir ve nêzê 120 darên Filistînîyan hatine qutkirin.

Hat ragihandin van êrîşên ku têne kirin di bin bana artêşa îşxalê de têne kirin.

Konseya Micadeya bi Yekîneyên Şênîyên Cihûyî û Dîwara Cudahîyê daxuyandibû di meha Cotmehê de 1490 êrîş li dijî Filistînîyan hatibû kirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 1400 dar an hatine qutkirin û an jî ji kokê hatine rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê