Siyonîstên îşxalker qetlîamên xwe di eydê da jî didomînin

Hikûmeta Filistînê ya li Xezzeyê ragihand ku siyonîstên îşxalker di eydê da jî êrîş û qetlîamên xwe yên li dijî Xezzeyê berdewam kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê ve hat dayîn de weha hat gotin, "Artêşa îşxalker a îsraîlê di Eyda Remezanê de jî êrîş, qirkirin û paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Filistînê didomîne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Nuseyratê 14 kes di şeva eydê de hatin qetilkirin û weha hat gotin, "Xezzeyê bi xemgînî û êşeke mezin Cejna Remezanê bi şehîd û birîndaran pêşwazî kir. Êrîşên îşxalê yên li ser malan û saziyên sivîlan berdewam dikin.”

"Rêveberiya Emrîqa û Serokê dewletê Joe Biden ku hê jî ronahiya kesk dide îşxalê û desteka çek û cebilxane dide, ji qirkirina hêzên îşxalker re mesul in."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer sibeha eydê li esmanê Xezzeyê difirin û êrîşên xwe berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku siyonîstên îşxalker xelkê Xezzeyê, jin û zarokan ji pîrozbahiyên eydê bêpar kirin û şahiya eydê jê girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nîjeryayê di camîyê de teqîn: 11 kes can dan
Li 13 bajaran meş û civînên di derve de ji bo 4 rojan hatin qedexekirin
Li Çinarê zarokekî 8 salî dûçarê êrîşa kuçikan bû
Çeteya îşxalê ku derbeyên giran digre ji Refahê re eskerên îlawe dişîne
Li Şirnexê li dijî PKKê operasyon: 40 binçavî