Sûdan, wextî bibe weke Sûrî û Somalî

Annette Webera nûnera Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Kevana Afrîkayê, diyar kir ku li Sûdanê ji sedî 24'ê gelê Sûdanê ketiye qonaxa xelayê û hişyarî da û got, "Eger hevdîtin ji nû ve neyên destpêkirin, wê welat bikeve Senaryoya Somaliyê an Sûriyeyê."

Webera Nûnerê Kevana Afrîkayê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku YE niha li ser pakêteke din a cezayên têkildarî şer li dijî Sûdanê dixebite. Weber diyar kir ku piştî sepandina cezayan li ser hin aliyên nakok sala borî vê carê wê ev ceza bandorê li kesan bike.

Weber destnîşan kir ku ji sedî 24ê nifûsa Sûdanê "gehiştiye qonaxa xelayê" û wiha got: "Eger muzakere ji nû ve neyên destpêkirin, wê welat bikeve senaryoya Sûriye yan jî Somaliyê."

Weber banga vegerandina hevdîtinên agirbestê kir, "rewş di hefteyên dawî de xirabtir bûne û wêranî li seranserê welat belav bûye."

Weber got: "Wêranî heye, em behsa 2 mîlyon koçberan dikin, 8 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûne. di nav de li Xartûmê jî alîkarî tune ye. Rewşa Sûdanê hêwilnak e." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno