Sûrîye balafirgehan û baregehên leşkerî vala dike

Piştî gefxwarina Serokê Amerîka Trump hat îddîakirin artêşa Sûrîyê balafirgehan û baregahên leşkerî vala dike.

Ji teref Çavdêrxaneya Mafên Însanan a ku navenda wê Londra ye ve hat îddîakirin, piştî gefxwarina Serokê Amerîka Trump hat îddîakirin artêşa Sûrîyê balafirgehan û baregahên leşkerî vala dike.

Çavdêrxane destnîşan kir ji doh êvarî pê de leşkerên ku aîdî artêşa Sûrîyê ne ketine hişyarîyeke 72 seatane û mewzî û çeperên xwe bi hêz dike. Serokê rêxistinê  Ramî Evdirrehman destnîşan kir hişyarî  ji Suveydaya başûr hetanî bakûrê Helebê, xerba Behra Spî û Deyrezorê derbasdar e.

Serokê Amerîka Trump di tweeta ku doh avêtibû de destnîşan kiribû: Amade be Rûsya, mûşekên me tên.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe