Tê hêvîkirin Pêşnîyaza qanûnê ya HUDA PARê ew ê hefteya hatî bikeve rojeva Sazîya Giştî

Ji teref HUDA PARê ve ji bona ku welatîyên dualî yên ku beşdarî qetlîama Xezzeyê bûne welatîbûna wan bê betalkirin û ew bêne cezakirin pêşnîyaza qanûnê hatibû pêşkêşkirin û ew pêşnîyaz ji bona ku di Meclîsê de bê gotûbejkirin hatibû qebûlkirin.

HUDA PARê pêşnîyaz dabû ku bila mirovên ku sûca qirkirinê û sûcên ku li hember însanîyetê tê kirin ne tenê ji teref Wezareta Edaletê ve doz bê vekirin û li Tirkîyeyê bêne darazandin, wan mirovên ku beşdarî sûcê bûne bila ji welatîyê bêne derxistin û dest li ser malê wan bê dayîn. Ew pêşnîyaz ji bona ku di Sazîya Giştî ya Meclîsê de bê gotûbejkirin hatibû qebûlkirin.

Tê hêvîkirin pêşnîyaza qanûnê ku ji sireya 158emîn hatibû çapkirin û ji parlamenteran re hatibû belavkirin ew ê vê hefteyê bê Sazîya Giştî.

Encax ger ku pêşnîyaza qanûnê di Sazîya Giştî de, ji pêşîya sireyê ya rojevê re neyê girtin ew ê hevdîtina pêşnîyazê herî kêm 2 meh paşê bê gotûbejkirin.

HUDA PARê, dixwaze ku bila ev pêşnîyaz ji sireya pêş re bê girtin heta ku Meclîs neketîye betlaneyê bila bê qebûlkirin.

Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di daxuyanîya ku doh belav kiribû de, got ku ew dixwazin bila hevdîtina ev pêşnîyaza qanûnê ji sireya pêş re bê girtin û heta ku Meclîs neketîye betlaneyê bê qanûnîbûn, ji bo van daxwazîyan Ramanli bang li partîyên sîyasî kiribû.

Xelkê Tirkîyeyê jî dixwaze ku bila ev pêşnîyaz bi lez û bez bê qannûnîbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê