Tehdîda vekirî ji bo benderên Hudeydeyê: Rejîma sîyonîst sivîlan dike hedef

Avichay Adraee, berdevkê erebî yê artêşa rejîma sîyonîst, ji xelkê sîvîl xwest ku ji sê benderên Yemenê yên di bin kontrola Ensarullahê de derkevin û îddîa kir ku ew "ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn".

Avichay Adraee, berdevkê erebî yê artêşa rejîma sîyonîst, li ser platforma civakî ya Xê peyamek tehdîdkar derbarê sê bendergehên stratejîk ên li parêzgeha Hudeydeyê ya Yemenê de belav kir.

Adraee îddîa kir ku bendergehên Hudeyde, Ras Îsa û el-Salîf, ku di bin kontrola tevgera Ensarullah de ne, ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn. Di peyama xwe de, ku wî ligel nexşeyekê ku bendergehên mijara gotinê nîşan dide parve kir, wî bang li sivîlên li van deveran kir ku "di cih de bendergehan vala bikin".

Adraee got, "Ev hişyariyek e. Valakirina benderan dikare jiyana we xilas bike," derî ji bo her êrîşeke muhtemel vekir û îşaret da ku bender dikarin bibin hedef.

Ji aliyekî din ve, tevgera Ensarullahê berê ragihandibû ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî li Behra Sor û Kendava Adenê wekî bersivek li hember êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bidomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno