Tehqîqeta teqîna febrîqeya Meqerneyê: Midûr hat girtin

Li Seqeryayê febrîqeya meqerneyê teqîyabû û li ser tehqîqat hatibû vekirin, di çarçoveya tehqîqatê de midûrê febrîqayê ku ji mehkemeyê re hatibû sewqkirin hat girtin.

Li navçeya Hendeka Seqeryayê febrîqeya meqerneyê teqîyabû, di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest dabû, 30 kes jî birîndar bûbûn û derheqê teqînê de tehqîqat hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Hendekê hatibû destpêkirin de 6 kes hatibûn binçavkirin, muameleyê wan 6 kesan a li dozgerîyê dawî bû.

Şikdaran, piştî pirsyarên li dozgerîyê ji hakimtîya cezaya sil a nobedar re hatin sewqkirin.

Midûrê febrîqeyê V.U. ku ji teref mehkemeyê ve îfadeya wî hat standin hat girtin, xwedîyê febrîqeyê, pisporeke ewlehîya kar, mesulê aşê û pisporekî temîrkirina ceryanê jî bi şerta kontrola edlî hatin serbestberdan.

Di 15ê Îlonê de li navçeya Hendeka Seqeryayê di febrîqeyekî de teqîn pêk hatibû û dûre şewat çêbibû, di şewatê de karkerek canê xwe ji dest dabû, 3 jê endamên îtfaîyeyê 30 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mesajê Eidî yê Weqfa Evîndarên Pêxemberî
Divê em wekî fersendekê bizanibin ku xeyidandin bi dawî bibi
2 kes birîndar bûn
Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir