Teleba îltîcayê ya wezîfedarên qamû û dîplomatên Tirkîyeyî li Almanya zêde bûn

Li gor daneyên Daîreya Penber û Koçê ya Almanya ji teşebûsa darbê ya li Tirkîyê vir ve zêdetirî hezar dîplomat û wezîfedarên qamûyê digel malbatên xwe ji Almanya teleba îltîcayê kirin.

Hat ragihandin ji teşebûsa darbê ya li Tirkîyê vir ve zêdetirî hezar dîplomat û wezîfedarên qamûyê digel malbatên xwe ji Almanya teleba îltîcayê kirin.

Ji teref Daîreya Penaber û Koçê ya Almanyayê ve daneyên teleba îltîcayê ya ku li Almanya hatine kirin hatin belavkirin. Li gor daneyên ku hatine belavkirin  ji teşebûsa darbê ya li Tirkîyê hetanî 7ê Adara 2018an  288ê kesên ku  xwedîyê pasaporta dîplomatîk û 771 kesên ku xwedîyê pasaporta kesk in li Amlnaya serîlêdana teleba îltîcayê kirin.

Her wiha hat destnîşankirin hejmara welatîyên ku di sala 2017an de serîlêdan kirine 8 hezar û 500 û hejmara kesên ku di sala 2016an de serîlêdan kirine jî 5 hezar û 700 kes e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin