Temenê heywanên ku dê wekî qurbanî bên serjêkirin

Lijneya Fetwayê diyar kir ku “Li gorî Şafiyan divê pez salekî xwe tije bike an jî diranên wê yên şîr weşiyabin (ketibin). Li gorî Henefî û Henbeliyan, heke berxeke şeş mehî mîna pezê salî girs û gir girîng xuya bike, dikare wekî qurbanî were serjêkirin.

Lijneya Fetwayê ya ÎTTÎHADUL ULEMAyê bersiv da pirsiyara "Gelo hûn dikarin derbarê temenê heywanên ku dê wekî qurbanî bên serjêkirin de agahiyê bidin?".

Di fetwayê de cih dan van gotinan:

"Ji bilî hêştir (deve), dewar (sığır), mîh (koyun) û bizinan serjêkirina heywanên din wekî qurbanî ne caiz e. Temenê heywanên ku dê wekî qurbanî bên serjêkirin wiha ye:

• Dewar (Çêlek/Ga): Li gorî Henefî, Henbelî û Şafiyan divê du salên xwe; li gorî Malîkiyan jî divê sê salên xwe tije kiribe. • Mîh (Pez/Berx): Li gorî Şafiyan divê salekî xwe tije bike an jî diranên wê yên şîr weşiyabin (ketibin). Li gorî Henefî û Henbeliyan, heke berxeke şeş mehî mîna pezê salî girs û gir girîng xuya bike, dikare wekî qurbanî were serjêkirin. • Bizin: Li gorî Henefî, Henbelî û Malîkiyan divê salekî xwe; li gorî Şafiyan jî divê du salên xwe tije kiribe. • Hêştir (Deve): Li gorî her çar mezheban jî divê pênc salên xwe temam kiribe."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî