Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin

Yekîneya Parastinê ya Sîvîl a Xezzeyê, destnîşan kir teqemenîyên ku neteqîyane dibin sedema mirina sîvîlan, ji van candayînan hem rejima sîyonîst hem jî sazîyên navneteweyî têne mesulgirtin.

Yekîneya Parastinê ya Sîvîl a Xezzeyê, îfade kirin ku tenê doh di encama teqîna teqemenîyekî ku neteqîyabû li herêmekî sê bûyerên cuda pêk hatin. Di van bûyeran de zarokekî şehîd ketîye. Ji ber teqînê di xanîyan de şewat derketin, û di xanî û derdorê de xesarên ciddî yên maddî pêk hatine.

Ji ber ku ev tehdîd hêj berdewam dike, Yekîneya Parastinê ya Sîvîl jî bi gelek sazîyên eleqedar re civîn li dar xistine. Armanca wan ew e ku bila teqemenîyên ku ji îşxalkeran ve mane werin paqijkirin û ji bo vêya jî planekî sîstematîkî were çêkirin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku mehkûmkirina jiyandina gelê Xezzeyê ya di nav teqemenîyên ku neteqînaye de nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê divê Komîteya Xaça Sor û Neteweyên Yekbûyê ji van meseleyan re çareserîyek bibînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman ji bo xelkê Xezzeyê xwarinên fitarê amade dike
3 jê wan zarok 6 kes birîndar bûn
Ji bo malbatên hewcedar alîkarî
Dozvanekî muwahhîd: Malcolm X
Qerejdaxî: Rayê ma biyo xırabe, kes vengê ma nêşêno