Terorîst Netanyahu: Divê sînorê Misir û Xezzeyê di bin kontrola me de be

Netanyahûyê qaşo serokwezîrê rejîma îşxalker a siyonîst diyar kir ku divê xeta sînorî ya di navbera Misir û Xezzeyê de ye di bin kontrola wan de be.

Terorîst Netanyahu ku jê re tê gotin serokwezîrê îsraîl a îşxalker ku li Xezzeyê qetlîaman didomîne, di civîna çapemeniyê de ku tê gotin wezîrê berevaniyê, terorîst Yoav Galant û endamê kabîneya şer Benny Gantz beşdarbûna xwe red kirin axivî.

Qatil Netanyahû diyar kir ku êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê wê bidomin û got, "Ji bo serketinê hinekî din jî ji wextê re lazimatî heye.”

Qaşo serokwezîrê rejîma îşxalker, terorîst Netanyahu ku derbeyên giran ji Tugayên Qassam xwar, got ku “Tevahiya Selahedîn (Eksena Philadelphia), xeta sînor a di navbera Misir û Xezzeyê de ye, di bin kontrola îsraîlê de be."

Qatil Netanyahu weha got, "Me li Xezzeyê bedelên giran dan, lê şer di lûtkeyê de ye." Wî bi vê gotina xwe îtîraf kir ku ew zayîatên mezin girtine.

Di nav rejîma îşxalker a siyonîst de, kabîneya cengê ya ku piştî 7ê Cotmehê bi serokatiya Netanyahûyê terorîst hat avakirin û Gantz û Galant endamên wê ne, li ser fermana şer û pevguhertina girtiyan nakokî hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir û 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye
Molla Xiyaseddîn Barlak