Tevgera Ensarullahê, keştîya balafira Emrîkaya îşxalker hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, keştîya balafirê ya bi navê USS Harry Trumana aîdê Emrîkaya îşxalker li Behra Sor, bi fuze û ÎHAyan hedef girt.

Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yahya Serî derheqê operasyonê de daxuyanîyek da û îfade kir ku armanca wan ew bûye ku keştîyê ji herêma operasyonê derbixin.

Serî destnîşan kir ku ew di operasyonê de fuze û ÎHAyan bikaranîtine, van operasyonan jî ji bona ku hebûna Emrîkayê ya li herêmê û vekişîna keştîyê ji herêma operasyonê ye.

Yahya Serî destnîşan kir ku ew ê van operasyonan bi tenê bi Emrîkayê re sînordar nebe, Serî îfade kir ku ew ê ji ber dorpêç û êrîşên rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê operasyonên xwe berdewam bikin.

Serî, weha got, “Heta ku êrîşên îsraîlê yên li dijî Xezzeyê neyên sekinandin, ew ê operasyonên me yên li dijî îsraîlê berdewam bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno