“Tifaqa Însanîyetê” li Stenbolê kom bû

Bi hezaran mirovên ku ji bo qirkirina rejima sîyonîst a îşxalker ê li Xezzeyê bibêje “Bisekine” li Pira Galatayê hatin cem hev.

Stenbol, ji bo meşa “Doh Ayasofya, Îro Emevî, Sibe Eqsa” di serê sibeha ewil a sala nû de ji hevdîtinekî bimane re malvanîyê kir.

Welatîyan, piştî nimêja serê sibehê ku di camîyên Ayasofyayî Kebîr, Sultanahmet, Fatîh, Suleymanîye û Emînonuyê de kirin li Pira Galatayê hatin cem hev.

Welatîyên ku di destê wan de alên Filistînê hebûn, bi tevî qaxiz û pankartên ku li ser “Quds Ya Me Ye”, “Xezzeya ku zarok mezin nabin” û “Quds Di Bin Îşxalê de Ye” dihatin nivîsandin meşîyan.

Mirovên ku beşdarî bernameyê bûn tim û tim siloganên “îsraîla Qatil Ew ê Hesabê Bide”, Şehîd Namirin”, “Ji Stenbolê Heta Eqsayê Ji Berxwedanê re Hezar Silav”

Di hevdîtina ku bi beşdarbûna nêzê 400 sazîyên sîvîl hat tertîpkirin de ji qirkirina rejima sîyonîst a li Xezzeyê re “Bisekine” tê gotin.

Ji ber mîtînga ku li ser pira Galatayê ji qetlîama li Filistînê re tê gotin “Bisekine” li bajêr hinek rê ji çûnûhatinê re hatin girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar