Tîrêjên rojê dikarin di çerm de bibin sedema reaksiyona alerjîk

Uzmana Nexweşiyên Çerm (Dermatolojî) Dk. Ayşe Nur Saygı diyar kir ku sorbûn, xur û peqokên ku piştî derketina ber rojê çêdibin her dem nîşana şewata rojê nîn in û anî ziman ku reaksiyona dubare yên çerm dikarin ji ber alerjiya rojê bin.

Sorbûn, xur û peqikên ku di mehên havînê de piştî têkiliya bi rojê re derdikevin holê, piraniya caran bi şewata asayî ya rojê re têne tevlîhevkirin.

Lê belê pispor hişyarî didin ku di hinek kesa de tîrêjên rojê dikarin di çerm de bibin sedema bertekên alerjîk û ev rewş dikare jiyana rojane bi awayekî girîng bi bandor bike.

Uzmana Nexweşiyên Çerm (Dermatolojî) Dr. Ayşe Nur Saygı got: "Alerjiya rojê her dem ne hestiyariya sade ya rojê ye. Di hinek kesa de tenê xur û sorbûna sivik tê dîtin, lê di hinek nexweşan de bertekên girîng ên ku jiyana rojane sînordar dikin dikarin derkevin holê. Bi taybetî eger nîşane pir dubare dibin, nirxandina dermatolojiyê girîng e."

Her reaksiyona rojê ne yek e

Saygı diyar kir ku cureyên cuda yên alerjiya rojê hene û got ku hinek reaksiyon dikarin bi meyla genetîkî re eleqedar bin, hinek jî dikarin ji ber berhemên tên bikaranîn derkevin holê.

Saygı destnîşan kir ku erûpsiyona ronahiyê ya polîmorf a ku piştî ketina ber tîrêjên rojê di nava çend saetan de bi peqikên biçûk û sorbûnê re derdikeve holê, bi taybetî di jinan û kesên xwedî çermê vekirî de bêtir tê dîtin; wî anî ziman ku hinek derman, kremên rojê, berhemên makyajê û parfüm dikarin bi tîrêjên rojê re di nava têkiliyê de bibin û bibin sedema reaksiyona fotoalerjîk.

Saygı bal kişand ser cureyên alerjiya rojê yên wekî urtîkera solar û destnîşan kir ku di nava çend deqeyan de jêketiyên mîna kurdeşenê dikarin pêş bikevin û tomar kir ku ev tablo kêm caran dikare bibe sedema nîşanên sîstemî yên girîng.

Xur, sorbûn û hîsa şewatê di nava nîşanên herî zêde de ne

Saygı diyar kir ku nîşanên alerjiya rojê dikarin di deqeyan, saetan an jî rojan de piştî ketina ber tîrêjên rojê derkevin holê û got ku gazinc dikarin li gorî dema mayîna di ber rojê de, giraniya ronahiyê û avahiya çermê kesî biguherin.

Saygı anî ziman ku sorbûna çerm, xur, peqik, jêketiyên mîna kurdeşenê, werm, miçiqîn û hîsa şewatê zêde têne dîtin û diyar kir ku di hinek nexweşan de birînên avî û qaşikgirtin jî dikarin çêbibin.

Saygı wiha axivî: "jêketî piraniya caran di herêmên ku dikevin ber tîrêjên rojê de têne dîtin. Lê belê di hinek cureyên alerjiyê de herêmên cuda yên çerm jî dikarin bandor bibin. Kêm caran nîşanên girîngtir ên wekî gêjbûna serî, xirabbûna dil, tengasiya bêhnstendinê û ji hiş çûn dikarin pêş bikevin."

Hinek derman dikarin rîskê zêde bikin

Saygı diyar kir ku alerjiya rojê dikare di her kesî de bê dîtin lê hinek kes di bin rîska bilindtir de ne, û got ku ligel çîroka malbatê, hinek dermanên ku têne bikaranîn jî dikarin hestiyariya ber rojê zêde bikin.

Saygı destnîşan kir ku bi taybetî antîbîyotîk, dermanên kêzikan (mantar), hinek antîhîstamînîk, hebanên kontrola zayînê, dermanên kolesterolê û retînoyîdên di tedawiya akneyê de têne bikaranîn dikarin hestiyariya ber rojê zêde bikin, û teqez kir ku divê kesên dermanan bi kar tînin li hemberî ketina ber tîrêjên rojê hişyartir bin.

Parastina ji rojê rêbaza herî bi bandor e

Saygı anî ziman ku nêzîkatiya herî bi bandor di alerjiya rojê de parastin e û got ku bi taybetî di saetên ku tîrêjên rojê xurt in de divê mirov dernekeve derve.

Saygı pêşniyar kir ku di navbera saet 10.00ê sibehê û 16.00ê piştî nîvro de ji têkiliya rasterast a bi rojê re dûr bisekinin, û diyar kir ku bikaranîna şewqeyên devfireh, cilên mildirêj û aksesûarên parêzvan bi feyde ye.

Saygı ev ifade bi kar anîn: "Divê parêzên rojê yên ku herî kêm 30 SPF dihewînin bi rêkûpêk werin bikaranîn û di çend saetan de carekê werin nûkirin. Bi taybetî piştî terdan an jî melevaniyê sepandina wan a ji nû ve girîng e. Kesên ku alerjiya wan a rojê heye divê çermê xwe gav bi gav hînî rojê bikin."

Di nîşanên giran de demê winda nekin

Saygı got ku alerjiya rojê piraniya caran bi tedbîrên sade dikare bê kontrolkirin, lê belê di rewşên wekî bêhalîya giran a piştî rojê, êşa sîngê, zehmetiya bêhnstendinê, ji hiş çûn an jî jêketiyên belavbûyî de divê bi lezgînî piştgiriya bijîşkî bête girtin.

Saygı wiha axivî: "Her jêketiyên piştî rojê çêdibe dibe ku ne şewateke sade ya rojê be. Di bertekên dubare de nirxandina pispor ji bo tespîta rast û tedawiya guncaw xwedî girîngiyeke mezin e.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Gêno Karox Hayatê xo Vıni Kerd
Li Batmanê du mînîbus li hev qelibîn: 9 birîndar
Malbat ji hatina vê derê fikar dikin
Li Entabê çalakiya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e"
Batman de caê karî de pîya teqiyayîş ra dima adir vejîya