“Tirkîye amadeye ku bi Hollanda re pêwendîyên xwe ji nûve binirxîne”

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Tirkîye Hamî Aksoy destnîşan kir ku heger ji hêla Hollanda ve gavên hewceye bên avêtin em wek Tirkîye amadenin ku pêwendîyên xwe yên bi Hollanda re ji nûve binirxînin.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Tirkîye Hamî Aksoy, pirsêk derbarê daxuyanîya Wezareta Karûbarên Derve ya Hollanda ya ku di heqê vekişandina Balyozxaneya wan ya Enqerê de bersivand.

Hamî Aksoy, wiha got: “Piştî qeyrana di Adara 2017de navbera Tirkîye û Hollanda de pêkhat ji bo pêwendîyên dinavbera me û Hollandayê de normal bibe hin hêvî û bendewarîyên me yên tê zanîn hene. Di çarçoveya mijarê de Tirkîye xwestibû ku Balyozxaneyê Hollanda yê Enqerê venegere Enqerê û wek şexsê nayê xwestin hatibû nîşandan. Mixabin ji wê tarîxê û pêde Balyozxanê Hollanda yê Enqerê venegerîya ser wezîfa xwe. Heger ji hêla Hollanda ve gavên hewceye bên avêtin em wek Tirkîye amadenin ku pêwendîyên xwe yên bi Hollanda re ji nûve binirxînin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e