Tirkîye, Balyozê Enqereyê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê bi fermî nas kir

Şêx Sanîîullahê ku wek temsîlkarê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji Enqereyê re hat tayînkirin, ji teref Tirkîyeyê ve wek “Sefîrê rayedarê tam” hat qebûlkirin.

Komarîya Tirkîyeyê, îlan kir ku Şêx Sanîîullahê ku wek temsîlkarê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji Enqereyê re hatîye tayînkirin bi fermî nas kirîye.

Wezîrê Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Mewlewî Emîr Xan Mutteqî, di bernameyeke ku li Enqereyê hat tertîpkirin de Şêx Sanîîullahê ji personelê Sefîrê Efxenistanê re da naskirin. Bi tevî vê naskirinê, Sanîîullah, wek temsîlkarê dîplomatîk a tam ê li Tirkîyeyê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê dest bi wezîfeya xwe kir.

Bi tevî qebûlkirina Şêx Sanîîullah ku li Enqereyê wek “sefîrê rayedar ê tam” hatîye qebûlkirin, hebûna dîplomatîk a Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê li Tirkîyeyê gihaştîye temsîlekî tesîrdar û dîtinî.

Ev gav, tê vê maneyê ku Tirkîye têkilîyên xwe yên ku bi Efxenistanê re dike, gihandîye zemînekî fermî. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê