Tovên hat çandin ji ber hieşkesalîyê tev riziya

Li Wêranşara navçeya Rihayê ji ber hişkesalîyê tovên genim yên hatibûn çand tev di bin axêde rizîya.

Cotkarên Wêranşarê destnîşan dikin ku ji ber heta niha baran nebarîya ye tovên genim yên wan çandibûn tev di bin axê de riziya ne. Cotkaran diyar kirin ku ji Xwedê sofa meriv nakeve lê belê hata niha baran tineye î gotin “ji bo baran bibare em ji Xwedê re dia dikin”.

Ji ber hişkesalîyê, bendav û gol tev valaye. Li Riha û navçeyên wê kanî û çem tev mecîqîne. Evjî welatîyan diltirs dike. Li hêladin ji ber ku baran û şilî tineye ajalên ku di golan de dijî jîyana wan jî di bin xeterek mezin de ye. 

Cotkarên di serê bihar û havînê de erdên xwe bi ava sontaşan av didan ji ber baran tineye gelek cotkaran di meha çile de dest bi avdanê kirin. Cotkarin ku çandinên xwe bi ava bîran av dide ji ber fatûrayên ceyranê yên zêde gilîkarin. 

Ji cotkaran Sînan Tekîn îfade kir ku tovên wan ji du meh berê de çandîye ji ber hişkesalîyê tovên wan rizîya ye û wiha got: “Du meh berê me tovên genim, ceh û nîskan çand lê belê heta niha şîn nihatîye. Ji ber ku şilayî tineye tovên di bin axê de rizîyan. Hin tovên şîn hatin jî teyrû teba tev xwarin. Ji ber ku me zekat nedan û me Xweda ji bîr kir Xwedayê Teala jî rehmeta xwe ji ser me birî. Tenê dia û daxwaza me ewe ku Xwedayê Teala gavek berî gavekî rehmeta xwe bi ser me de bibarîne.”

Ji cotkarên navçeyê Tayfûn Demîrcî wiha axifî: “Tovên me du meh berê tov kir dibin erdê de rizîyan. Heger gavek berî gavekê baran nebare wê mexdûrîyetên mezin çêbibe. Daxwaz û diayê me eve Xwedayê Teala me bi merhameta xwe dortpêç bike û gavek berî gavekê rehmetê bi ser me de bibarîne”

Gola 4 kîlometra ji Wêranşarê dûre ji ber hişkesalîyê ava Gola Sûlûtepe tev meciqîye. Wezîfedarê golê Mehmet Aslandag îfade kir ku: “Ez ji sala 2007 an vir ve li Gola Sûlûtepe wezîfedarim. Di salên borî de ji ber şilayî hebû gola me tije dibû. Cotkarên der dorê erdên xwe bi rehetî av didan û çandina me bi vê avê jîyan didît. Wek hûn dibînin ji ber hişkesalîyê heman maye gol bi temamî bimecîqe.” 

Aslandag di dawîya axaftina xwe de îfa de kir ku çêlikê masîyan tev di bin telûkê de ne û wiha got: “Îsal 10 hezar çêl masî xistin vê golê heger baran nebare temamê çêlikê masiyan û ajalên din wê telef bibin.”

ÎLKHA




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin