Trên bi wesayîtê re li hev qelibî: 1 birîndar

Li Dîyarbekirê trêna rêwîyan di rêya xwe de bi wesayîtekî re li hev qelibîn, di encamê de kesekî birîndar bû.

Qeza, doh di seatên êvarê de li alîyê Kabeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin; trêna rêwîyan ya ku ji Êlihê diçû Dîyarbekirê, di derbasbûna rêya trênê de bi wesayîta bi plaqeya 34 PF 4666 ya ku di bin îdareya M.E. de bû ve li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, AFAD, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku şofêrê wesayîtê M.E. ku pîrek e piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hat rakirin û hat hînbûn ku rewşa pîrekê baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno