Trump: Agirbesta Xezzeyê dibe ku vê hefteyê bê çêkirin

Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê de, dibe ku vê hefteyê peymaneke agirbestê were kirin. Trump bersiva Hamasê, ku bi rêya navbeynkaran hat ragihandin, wekî "pêşkeftinek erênî" nirxand.

Trump li ser balafireke Air Force One ji rojnamevanan re got, "Xweş e ku em dibihîzin ku Hamas ji pêşniyara me re vekirî ye. Divê em tiştekî li ser Xezzeyê bikin. Em gelek pere û alîkarî dişînin wir." Lê Trump her wiha tekez kir ku ew hêna li ser rewşa danûstandinan nehatiye agahdarkirin û agahdariyeke berfireh negirtiye.

Tevgera Hamasê doh êvarê ragihand ku wan şêwir û hevdîtinên xwe yên navxweyî bi komên Filistînî re temam kirine û "bersiveke erênî pêşkêşî birayên navbeynkar kirine." Tevgerê ragihand ku ew amade ye ku "danûstandinên cîddî" ji bo agirbestek daîmî û bidawîanîna êrîşan dest pê bike.

Li gorî çapemeniya îşxalker, bersiva HAMASê gihîştiye Tel Avîvê û aliyê îşxalker dest bi nirxandina vê bersivê kiriye. Li gorî televîzyona Kanal 12, tê texmînkirin ku tîma danûstandinê ya rejîma îşxalker di demek nêzîk de biçe Dohayê da ku hûrguliyên pêşniyara HAMASê nîqaş bike. Tê texmînkirin ku ev danûstandin nerasterast bin û dibe ku rojek û nîvek bidomin.

Ji aliyekî din ve, tê ragihandin ku pêvajoya rêkeftinê jî di rejîma îşxalker de aloz e. Li gorî Yedioth Ahronoth, yek ji rojnameyên rastgir ên çapemeniya îşxalker, di civîna kabîneya ewlehiyê ya roja Pêncşemê de di navbera qaşo Serokwezîr Netanyahu û Serfermandarê Giştî Eyal Zamîr de nîqaşên dijwar çêbûne.

Çavkaniyên îşxalê diyar kirin ku dibe ku Serokê Emrîkayê Trump û Netanyahu di civîna xwe ya roja Duşemê de li Washingtonê peymana agirbestê ya muhtemel ji raya giştî re ragihînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno